Wezareta Berevanî ya Amerîka dîyar kir ku jiber ku Ajansa Anadolu nexşeya baregehên Amerîka yên li bakurê Sûrîyê weşandîye, fikarên wan yên ser Tirkîyê pirtir bûne.
Ajansa fermî yê Tirkîyê, nexşeya 10 qerargehên leşkerên Amerîkî yên li herêma di destê Kurdan de weşandibû.
Berdevkê Pentagonê da zanîn ku karbidestên leşkerîya Amerîkî, hîn jêdera ku nexşe ragihandîye nedîtîye, lê agahîya ser cîhên baregehan girîng e û weşandina wê hêzên Amerîka dixe metirsîyê.
Karbidestên Pentagonê red kir ku naveroka nexşeyê piştrast bikin.