Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pentagon: Emê Hevkarîya bi HSD'ê re Bidomînin


Şervanên HSD'ê rizgarkirina Reqa pîroz dikin, Cotmeh 2017
Şervanên HSD'ê rizgarkirina Reqa pîroz dikin, Cotmeh 2017

Reuters’ê ji zarê Wezareta Berevanî ya Amerîka (Pentagon) ragihand ku ewê Amerîka hevkarîya bi Hêzên Sûrîya Demokratîk re, ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) jî di nav de ye, bidomîne.

Pentagonê dîyar kir ku çekên ku ew didin HSD’ê jibo hin erkên wek têkbirina Dewleta Îslamî (DAIŞ) sînordarkirî ne û wan berê jî Tirkîyê ji vê yekê agahdar kiriye.

Hefteya borî Serokê Amerîka Donald Trump û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan li ser telefonê axifîbûn û Enqerê xwestibû ku Washington piştgirîya bo Kurdên Sûrîyê rawestîne.

Piştî axaftina her du serokan, Wezîrê Deve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoğlu jî gotibû ku ewê Amerîka êdî çekan nede YPG’ê.

XS
SM
MD
LG