Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pentagon: Qezencên Petrolê Dê HSD Bistîne


Wezareta Berevanî ya Amerîka (Pentagon) ragihand ku qezencên petrolê yên li rojhilata bakurê Sûrîyê, ne Amerîka lê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) dê bistîne.

Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kiribû ku kompanîyên Amerîka dikarin qadên petrolê yên li rojhilata bakurê Sûrîyê kontrol bikin.

Trump dabû zanîn ku ser gumana jinûve geşbûna Dewleta Îslamî (DAIŞ), dê jimareke leşkerên Amerîkî li herêmên petrolê yên li Sûrîyê bimînin.

Li herêmê dê çend leşkerên Amerîkî bimînin ne dîyar e, lê Reuters dide zanîn ku kêmtirê 1000 leşker bimînin.

Berdevikê Pentagonê Jonathan Hoffman di preskonferansekê de got ku "Ew qezencên ji vir bo Amerîka naçin, dê bo HSD'ê herin."

XS
SM
MD
LG