Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pentagon: Operasyonên ji Bingeha Încîrlîkê Didomin


Firokên Amerîka li Încîrîkê
Firokên Amerîka li Încîrîkê

Wezareta Berevanî ya Amerîka (Pentagon) ragihand ku girjîya dîplomatîk ya bi Tirkîyê re, ti bandor li ser operasyonên ku Amerîka di ser Tirkîyê re dimeşîne, nekiriye.

Beredevkê Pentagonê Robert Manning dîyar kir ku Bingeha Încîrlîkê bi ‘’kapasetîya tam’’ bo NATO û koalîsyonê vekirî ye.

‘’Operasyonên ku koalîsyon ji Bingeha Încirlikê dijî DAIŞ’ê dimeşîne, bi alîkarîya berpirsên Tirk, bi awayekî rêkûpêk didome’’ Manning got.

Manning da zanîn ku Bingeha Încîrlikê bo operasyonên NATO û koalîsyonê rolekî girîng dilîze.

Di navbera Amerîka û Tirkîyê de, yek ji mezintirîn girjîya di dîroka wan de didome. Her du dewlet dijî hevdu xizmetên vîza rawestandine.

XS
SM
MD
LG