Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pentagon Dijî Endamê DAIŞ'ê yê Amerîkî Lirim Suleymanî Doz Vedike


Jimareke endamên DAIŞ'ê yên desteserkirî
Jimareke endamên DAIŞ'ê yên desteserkirî

Wezareta Berevanî ya Amerîka ragihand ku dijî hemwelatîyekî Amerîkî, ku li Sûrîyê tev li rêxistina tundrê Dewleta Îslamî (DAIŞ) bûbû, dozeke fermî hatiye vekirin.

Dozgerên Pentagonê dijî hemwelatîyê Amerîkî yê bi eslê xwe Kosovayî, Lirim Suleymanî, bi sedema alîkarîdana diravî û fîzîkî ya di navbera sala 2015'an û 2019'an de doz hate vekirin.

Pentagonê herwiha ragihand ku Suleymanî ji rêxistina tundrê perwerdeya leşkerî wergirtiye.

"Suleymanî li Kosova hate dinê. Wî welatê ku ew hêmbêz kir li paş xwe hêla û çû Sûrîyê ku beşdarî DAIŞ'ê bibe. Ewê li pêş dadgehên Amerîkî hesabê kiryarên xwe bide," parêzêrê wezaretê Michael Sherwin got.

Hîjayî bîrxistinê ye ku Suleymanî, sala borî ji alîyê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ve hatibû girtin.

HSD radigihîne ku di destê wê de dora 2,000 şervanên DAIŞ'ê yên desteserkirî hene ku gelek ji wan hemwelatîyên dewletên wek Fransa, Brîtanya, Almanya û welatên din yên Ewrupî ne.

XS
SM
MD
LG