Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pentagon: Em ji Minbicê Dernakevin


Berdevkê Wezareta Berevanî ya Amerîka (Pentagon) Robert Manning bi preskonferansekê ragihand ku yekîneyên Amerîkî dê ji Minbicê venekişin.

Ser pirsa ‘’Eger Tirkîye êrîşî Minbicê bike dê koalîsyona bi pêşengîya Amerîka berevanîya Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) bike yan na’’, Manning dîyar kir ku wan bi hemî alîyan re bi awayekî eşkere gotîye hêzên Amerîkî li Minbicê ne.

‘’Wek hûn dizanin li Minbicê hêzên Amerîkî hene. Li Efrînê û li rojavayê Sûrîyê tune ne lê Minbicê hene’’ Manning got.

Manning da zanîn ku bo ku li wir ti pevçûn çênebin ew dê hemî tedbîran bistînin.

Berdevkê Pentagonê dîyar kir ku ser bûyerên li Sûrîyê jî ew bi awayekî aktif bi Tirkîyê re danûstandinan dikin.

Hêzên Tirkîyê û çekdarên Artêşa Azad ya Sûrîyê roja Yekşemê ketibûn navenda Efrînê û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan gotibû ku ewê berê xwe bidin Minbicê.

XS
SM
MD
LG