Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pentagon: Operasyona Rizgarkirina Reqa bo Tunekirina Pênceşerê DAIŞê Derfeteke Girîng E


Berdevkê Wezareta Berevanî ya Amerîka Peter Cook di civîna ragihandinê ya rojane de got ku ew destpêbûna operasyona rizgarkirina Reqa ji alîyê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ve silav dikin.

Cook ji zarê wezîr Ash Carter ragihand ku ev operasyon derfeteke girîng e bi azadkirina qaşo “paytaxta xîlafeta wan” cîhan ji pênceşerê DAIŞê rizgar be.

Wî da zanîn ku hêzên HSD ku ji Kurd, Ereb, Tirkmen û pêkhatîyên din ava bûye, i destpêka operasyonê de pêşketinên girîng bi dest xistine.

Cook wek bersîvdana rojnamevanekî ku Tirkîyê dixwaze YPGê ji Minbicê derxîne, Cook got ku sîngî û girîngîdana wan şerê dijî DAIŞê û ew bi berdewamî piştgirî bidin hêzên ku dijî wê şer dikin.

XS
SM
MD
LG