Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pentagon: Amerîka Ti Êrîşa Muşekî Nebirîye Ser Sûrîyê


Ajansa fermî ya Sûrîyê, SANA ragihand ku dijî bingeheke esmanî ya li nêzî Humsê êrîşeke muşekî li dar ketîye.

SANA dîyar kir ku 8 muşek ji alîyê pergala berevanî ya esmanî ya Sûrîyê ve li jor hatine peqandin, lê hin muşekên din gihaştine bingehê û kuştî û birîndar hene.

Kanala dewletê ya Sûrîyê da zanîn ku dibe ku Amerîka êrîş li dar xistibe.

Berdevkê Pentagonê Christopher Sherwood dîyar kir ku Amerîka vê dawîyê ti êrîşên muşekî li dar nexistine.

Sherwooed da zanîn ku ew rewşa li Sûrîyê ji nêz ve dişopînin û got ku piştgirîyê didin hewildanên dîplomatîk yên dijî êrîşên kîmyayî yên Sûrîyê.

XS
SM
MD
LG