Wezareta Berevanî ya Amerîka (Pentagon) dîyar kir ku jiber opeasyona Tirkîyê ya dijî Efrînê, têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) ‘’bi awayekî operasyonî’’ sekinîye.
Berdevkê Pentagon’ê Robert Manning, di preskonferansa li wezaretê de da zanîn ku Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) hin operasyonên xwe yên dijî DAIŞ’ê rawestandine.
Berdevkekî din yê Pentangon’ê Adrian Rankine-Galloway jî dîyar kir ku hin şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG), ku pêşengîya Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) dike, bala xwe nadin ser têkoşîna dijî DAIŞ’ê û hin hêzên HSD’ê ji enîyên xwe çûne.
‘’Hin şervanên HSD’ê ji Newala Çemê Feratê derketin û herhal çûn li Efrînê şer bikin’’ Galloway got.
Retuers’ê jî ji zarê karbidestekî Amerîkî, ku navê wî eşkere nekir, piştrast kir ku di nav du hefteyên dawî de bi sedan şervanên HSD’ê ji Newala Çemê Feratê çûne.
Karbidestên Pentagonê didin zanîn ku tevî ku şervanên HSD’ê cîhên xwe guherandine jî êrîşên esmanî yên dijî DAIŞ’ê didomin û axa ji dest wê rêxistinê hatiye sitandin tê parastin.