Wezareta Berevanî ya Amerîka (Pentagon) ragihand ku armancên bo peymana herêma ewle ya bakurê Sûrîyê dê qonax bi qonax çêbin.
Pentagonê da zanîn ku ew bo hin gav zû werin avêtin hazirîyên xwe didomînin.
Berdevikê Pentagonê Sean Robertson ji AFP'ê re dîyar kir ku danûstandinên bi Tirkîyê re didomin û ewê di demeke nêz de dest bi operasyonan bikin.
Li ber e ku Navenda Kordînasyonê ya Hevbeş ya Amerîka û Tirkîyê li Riha ava bibe û di ser wir re xebatên bo herêma ewle çêbin.
Amerîka û Tirkîyê hefteya borî li hev kiribûn ku bakurê Suriyê herêmeke ewle çêkin, lê dirêjî û kûrbûna wê hîn ne dîyar e.