Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pentagon, Tirkîyê Ser Operasyona Dijî YPG'ê Hişyar Dike


Çekdarên YPG'ê û leşkerên Amerîkî di maşîneyan de (arşîv)
Çekdarên YPG'ê û leşkerên Amerîkî di maşîneyan de (arşîv)

Amerîka, Tirkîye ser operasyona dijî Yekîneyên Parastina Gel (YPG), ku Enqere dide zanîn ku wê heta çend rojan destpê bike, hişyar kir.

Wezareta Berevanî ya Amerîka (Pentagon) dîyar kir ku ger li bakurê Surîyê operasyoneke leşkerî pêk were ewê bo şervanên dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) cengê dikin, metirsî çêbe.

Berdevkê Pentagonê Sean Robertson bi daxuyanîyeke nivîskî got ku ‘’Ger li bakurê rojhilata Sûrîyê, bi taybetî jî li herêmên ku leşkerên Amerîkî lê ne yan nêzîkê ne operasyon pêk were ewê fikarên kûr bi xwe re çêke’’

Robert bi berdawamî da zanîn divê serketinên li hember DAIŞ’ê neherifin û gumana jinûve geşbûna wê rêxistinê çênebe.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan do Çarşemê gotibû ku ew dixwazin ‘’aramîyê bînin’’ rojhilata Firatê.

Amerîka di têkoşîna dijî DAIŞ’ê de bi Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) re, ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengîya wê dike, lê Tirkîye wan rêxistinên terorîst dihesibîne.

XS
SM
MD
LG