Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku li Kabul ya paytexta Afganistanê, li nêzî nexweşxaneya leşkerî ya Serdar Muhamed Daudxan bi kêmî ve du peqîn çêbûne û dengê çekan hatiye bihîstin.
Fotografên ji Kabulê raber dikin ku ji cîhê peqînan duman radibe lê karbidestên Talîbanê ser peqînan hîn ti daxuyanî belav nekirine.
Dewleta Îslamî ya ku piştî serwerîya Talîbanê ya li Afganistanê êrîşên xwe zêde kirine, di sala 2017’an de êrîşî nexweşxaneya leşkerî kiribû û pirtir ji 30 kes kuştibûn.