Lînkên eksesibilîtî

SOHR: Di Peqîna Motorsîkletekê de Zarokek li Qamişlo Hat Kuştin


Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku zarokek bi peqîna motorsîkleteke bombebarkirî hatiye kuştin û 6 kesên din jî birîndar bûne.

Kanala dewleta Surîyê jî da zanîn ku motorsîkletek peqîyaye û dîyar kir ku 4 kes birîndar bûne, lê wê ser kuştîyan ti agahî neda.

Piranîya Qamişlo di destê hêzên Kurdan de ye. Berpirsîya êrîşên li Qamişlo û Hesekê pirtir Dewleta Îslamî (DAIŞ) digirt ser xwe. Hejmara êrîşên li wê herêmê li gor salên bere kêmtir bûbû.

DAIŞ’ê jî di ser ajansa Amaqê re ragihand ku êrîşî maşîneyeke hêzên Kurdan kiriye, lê rêxistina tundrê berpirsîya êrîşa li Qamişlo rasterast negirt ser xwe.

XS
SM
MD
LG