Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Salvegera 6'an ya Peqîna Sirucê de Lêgerîna Dadmendîyê Didome


Qurbanîyên êrîşa li Sirucê (Arşîv)

Di 20’ê Tîrmeha 2015’an de li bajarokê Pirsûs (Siruc) a Ruhayê, endamekî DAIŞ’ê di dema xwendina daxuyanîya Federasyona Komelên Ciwan yên Sosyalîst (SGDF) bombeya li ser xwe peqand.

Di wê êrîşê de 33 ciwanên ku ji çar alîye Tirkîyê hatibûn Sirucê, hatibûn kuştin.

Ciwanên SGDF jibo avakirina Kobanê herwiha zarokên li wir amurên perwerdê û polîstokan bibin li Sirucê civîbûn.

Îro jibo yadkirina 33 ciwanan li neh bajaran bername hatin lidarxistin.

Di daxuyanîya li Sirucê ya cîyê peqînê, li hewşa Navenda Çanda Amara hat gotin ku di nava şeş salan de hewilên lêgerîna edaletê bê rawestan didome.

Doza Sirucê pênc sal in didome û Yakup Şahîn wek gumanbar tê dadgeh kirin.

“Em dizanin ku di vê êrîşê de kujer ne tenê ye û ev êrîşekj rêxistinkirî ye,” Platforma jibo Sirucê Edalet daxuyanîya xwe de got.

Di meha yekê de zilamek hatibû girtin bi navê Azzo Halef Suleyman El Aggar ku ew bi peydakirina bombeyên êrîşa Sirucê tê sûcdar kirin.

Platforma Jibo Sirucê Edalet dîyar kir ku hîn jî dosyeya lêpirsîna Aggar neketiye doza Sirucê.

“Dixwazin jibo Aggar bi lezûbezî biryareke cezayê derxin ku kujer û berpirsên rastîn eşkere nebin,” platformê got.

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:29 0:00

XS
SM
MD
LG