Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şamanên Peruyî Pêşbînî Dikin ku Rûsya û Ukrayna Wê Heta Tebaxê Bigîjin Aştîyê


Şamanên Peruyî dibêjin ku Rûsya û Ukrayna wê di sala nû de peymana aştîyê îmza bikin.

Wan şamanên li Lîma ya paytexta Peruyê, cilên edetî li xwe kirin û bo sala nû merasîmek li dar xist.

Di destê şamanan de wêneyên serokên Rûsya û Ukraynayê hebûn.

Ji rêberên şamanan Cleofe Sedano dîyar kir ku ya ku ew bo sala nû dibînin aştî ye.

Sedano îdia kir ku wê Rûsya û Ukrayna heta Tebaxê peymana aştîyê îmza bikin.

Ew şamanên ku pêşbînîya felaketên xwezayî jî dikin, dibêjin ku bo sala nû gumana erdhejekê jî heye ku ku dikare li Amerîka çêbe.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG