Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Berê yê Peru li Amerîka Hate Girtin


Yek ji serokên berê yên Peru, Alejandro Toledo li Kalîfornîya ya Amerîka bi awayekî demkî hate girtin.

Wezareta Derve ya Peru ragihand ku Toledo li restoraneke San Mateo ya li başûrê San Francisco jiber alkola zêde hatiye desteser kirin û piştre hatiye girtin.

Wezaretê dîyar kir ku Toledo bi hewildanên konsulxaneya Peru ji Girtîgeha Redwood City hatiye derxistin.

Toledo, ku di navbera 2001 û 2006an de li Peru serok bû, bi bertîlê hatibû tawanbar kirin û piştî biryarê dadgehê biryar dabû ku ew sûcdar e revîyabû Amerîka.

Serokê berê yê Peru tawanbarkirinên dijî wî red dike.

Karbidestên Perû dîyar dikin ku wan ji Amerîka radestkirina Toledo xwestiye lê ti peywendîya girtîna dawîya hefteyê bi vê daxwazê re tune.

XS
SM
MD
LG