Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye bo Du Perwerdekarên Ketibûn Greva Xwebirçîkirinê 20 Sal Heps Dixwaze


Nurîye Gulmen û Semîh Ozakça
Nurîye Gulmen û Semîh Ozakça

Tirkîye jibo Nurîye Gulmen ya akademîsyen û Semîh Ozakça yê mamoste, ku bi biryarnameyan Rewşa Awarte (OHAL) ji kar hatibûn dûr xistin, 20 sal cezayê hepsê dixwaze.

Her du perwerdekar jibo bi şûnde vegerin karên xwe dest bi greva xwebirçîkirinê kiribûn û di roja 76’an de hatibûn girtin ku dadgeha Tirk wan bi ‘’propagandaya rêxistinê’’ û ‘’endambûna rêxistinê’’ tawanbar dike.

Li gor îdianameya ku Serdozgerîya Komarî ya Enqere amade kiriye peywendîyên Gulmen û Ozakça bi DHKP-C re hene.

Wezîrê Karên Derve yên Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu di serdana Îtalaya de, ser girtina her du perwerdekaran da zanîn ku ne rast e ku ew wek kesên ‘’bêguneh’’ werin nîşan dan.

‘’Van kesên ku dest bi greva xwebirçîkirinê kiribûn endamên DHKP-C'ê bûn. DHKP-C û PKK bi hev re karên terorê dimeşînin. Kesên ku endamên rêxistinên terorî ne û bi awayekî çalak piştgirîyê didin divê werin ceza kirin’’ Çavuşoglu got.

Gulmen li Zanîngeha Selçuk ya Konya akademîsyen bû û Ozakça jî li dibistinaneke Mêrdînê mamostetî dikir.

XS
SM
MD
LG