Fermandarekî Pêşmerge yê di asta bilind de roja Çarşemê gote Dengê Amerîka hêzên leşkerê Îraqê di nava bajarê Mûsil de rastî ziyanên mezin tê, bi riya Otombîlên bombekiriî û segvanên di avahiyan de leşker tên kuştin, divê leşkerê Îraqê ji nû ve xwe rêk bixe.
Ja'fa Şêx Mustefa fermandê hêzên 70an. Yê hêzên pêşmergan got"herçende ziyanên giyanî û madî hene di şerên nava Mûsilê de lê dîsan pêşveçûn jî hene". Herweha Şêx Mustefa dibêje leşkerê Îraqê xwe rêk dixe û ewê êrîşên berfireh destpê bike.
Şêx Mustefa sedema ziyanên giyanî yên leşkerê Îraqê vedigerîne bo hejmara zêde ya segvanên DAIŞê yên liser avahiyan hatine bi cih kirin.
Lîwa Fazîl Berwarî fermandê Lîwa Zêrîn ya taybet li dij Terorê derbarê rewşa Mûsliê dibêje"pêşketin hene lê bi şêweke liser xwe û berdewam in".
Şerên dijwar di nava Mûsilê de rû didin herçende bi hezaran sivîl di nava malan de ne, leşkerê Îraqê pêşkeftinên ne bilez bi hebûna sivîlan ve girê didin û dibêjin da kû ziyan negihe sivîlan ew nikarin bi şêweke lezgîn êrişî çekdarên di bajêr de mane bikin.
Wek tê zanîn di rpjên borî de berpirsên Îraqê dan xûyakirin ku, amadekariyên qonaxa duyan ya operasiyona bajarê Mûsli tê kirin.