Rêvebirê Ragihandina Wezareta Pêşmerge ji Dengê Amerîka re got ku kêşeyên di navbera YNK û PDKê de di wezaretê de "biçûkin û ne cidî ne" dikarin bi diyalogê bên çareserkirin.
Wî daxwaz kir ku kesên daxiyaniyên negatîv bo kenalên mediayî didin bila "xwe ragirin" ji ber eger hevpeyman bi temamî kêûyên nava wezaretê bizanin dê bandore xerab li ser rewşa navxweyî ya herêma kurdistanê çî bike.
Lîwa Osman Mihemed rêvebirê giştî yê ragihandin û hişyariya niştîmanî (ji behra PDK)ê di weratê de ji Dengê Amerîka re ragihand û got "Bêguman hevpeyman agihdarin ku pirsgirêkên me hene, lê cûdahî ewe ku pirsgirêk ne ewqas mezin e ku em nikaribin çareser bikin, li vir peyama me ewe ji bo wan hemî birêzan yên ku li ser kenalên mediayî dia xafin, bila sebra wan hebe û xwe ragirin, ev gotin ne yên çapemeniyê ne, ew ji bo salona civînê ne, ji bo ser maseyê ne, eger gilî û pirsgirêk hebin bila li wir çareser bikin.”
"Em naxwazin ev peyam bigihin dervey Wezareta Pêşmerge, helbet eger ew peyam bigihin hevpeymanan û medyayê, ew peyamên xirab in û dê bandoreke neyînî li ser rewşa navxweyî bike."
Ev di wê demê de tê, piştî ku roja Şemiya derbasbûyî, Cîgirê Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Bextiyar Mihemed (li ser navê YNKê) ji Dengê Amerîka re ragihand ku pêwendiyên YNK û tîmên PDKê yên di Wezareta Pêşmerge de qut bûne. Rewşek pir xerab heye.”
Lê lîwa Osman Mihemed ev yek red kir û got, tevî pirsgirêkên di nav wezaretê de, lê fermandar û pêşmerge bi hev re li qada şer in û danûstandin berdewam in.
"Em nizanin ev gotin ji ku derê tê ku rewşa Wezareta Pêşmerge ti carî weke niha xirab nebûye. Dibe ku heta radeyeke mezin wiha nebe."
"Em hemû bi yek dengî ji aliyê Pêşmerge, fermande û berpirsan ve erkê xwe dikin û sarbûnek nemaye ku karê Wezareta Pêşmerge rawestîne." weke Osman dibêje.
Kêmbûna peywendiyên navbera YNK û PDKê dê rasterast bandorê li Wezareta Pêşmerge bike, ku wezareteke hevbeş e û berê ji hêzên 70 û 80 yên her du partiyan YNK û PDKê pêk dihat.
Osman di berdewamiya axaftina xwe de got "Helbet her dema ku sarbûneke siyasî hebe, bandorê li hemû warên din jî dike, lê me hewl daye ku ev mijar nekeve nav Wezareta Pêşmerge."
Ji sala 2018ê ve hêzên hevpeymanan piştgiriya darayî, lojîstîk û leşkerî didin hêzên Pêşmerge, daku hêzên Pêşmerge li hev bicivin û birêxistin bikin û ji bo vê yekê jî rêkeftineke hevbeş di navbera wan de heye.
Osman wiha got: "Hevpeymaniya Navnetewî li ser alîkariya Wezareta Pêşmerge berdewam e, tîmên wan berdewam di nav hêz û yekîneyên leşkerî de hene û rênimayiyên pêwîst didin Hêzên Pêşmerge."
Li gorî peyvdarê Wezareta Pêşmerge, li gorî mekanîzma rêkeftina di navbera wezaret û hevpeymaniya navdewletî de, heta niha 22 lîwa û fermandeyên piştevanî yên 1 û 2 û firqeyên 1 û 2 yên peyade hatine avakirin û ji bo wezareta Pêşmerge hatine veguhestin.
Di dawiya hevpeyvîna bi Dengê Amerîka re, Lîwa Osman dibêje "Hêzên me bi hevbeşî hîn li enî û meydana şerê berevanîyê ne bi hev re ne, bi taybetî li deverên ku tevgera DAIŞ heye.