Di vîdyoyeke de ku do Pêncşemê belav bû, sê çekdarên DAÎŞ yên bi rûberk (maske), pêşmergeyekî Kurd serjê dikin.
Kompanya îstixbaratî ya bi navê SITE Intelligence Group dibêje, peyama vîdyo hişyarî dide Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ku dawî li hevkarîya ligel Amerîka bîne.
DAÎŞ gelek caran vîdyoyên wiha belav dike û gefan li gelek cîhan dike.
Berî çend rojan jî, vîdyoya serjêkirina rojnamevanê Amerîkî James Foley hatibû belav kirin.
Di wê vîdyo de hatibû gotin ku wê pirtir serjêkirin hebin, eger Amerîka dawî li êrîşên esmanî neyîne.