Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Peskov: Ewrupa û Amerîka bi Piştgirîya Kîevê Ketine Şerê Ukrayna


Berdevikê Kiremlînê Dmitry Peskov
Berdevikê Kiremlînê Dmitry Peskov

Berdevikê Kremlînê Dmitry Peskov îro Pêncşemê ser biryara welatên Rojavayî ya ser şandina tankina bo Ukrayna bertek nîşan da û got ku welatên Rojavayî bi piştgirîya xwe di şer de ne.

"Payxtextên Ewrupî û Washington dibêjin ku piştgirîya wan nayê wê wateyê ku ew di şer de ne, lê Moskow bi tundî dijî vê ramanê ye."

Peskov dîyar kir ku li Moskowê biryara paytextên Ewrupî û Washingtonê wek rasterast di şer de cîhgirtin tê dîtin.

Berdevikê Kremlînê îdia kir ku dewletên Rojavayî wê bi şandina tankan şerê li Ukrayna gurtir bikin.

Almanya do Çarşemê biryar dabû ku tankên şer yên Leopard ji Ukrayna re bişîne û rê li ber hevbendên xwe vekiribû ku ew jî bikaribin tankên destê xwe ji Kîevê re bişînin.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG