Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Peskov: Rejîma Kîevê û Zelenskyy Aştîyê Naxwazin


Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov ser nîqaşa Serokê Amerîka Donald Trump û Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy axifî.

Peskov got ku wê nîqaşê nîşan daye ku jibo aştîyê îqnakirinê Ukrayna çiqas dijwar e.

‘’Rejîma Kîevê û Zelenskyy aştîyê naxwazin. Ew bi tenê dixwazin ku şer bidome.’’

Wî dîyar kir ku nîqaşa li Washingtonê raber kiriye ku Zelenskyy nezanê karên dîplomatîk e.

Peskov ser wê nîqaşê got ku ‘’bêhempa’’ ye û dîyar kir ku Serokê Rûsya Vladimir Putin jî ew nîqaş temaşe kiriye.

Trump û Zelenskyy Îna borî li Qesra Sipî li pêş kamerayan ketibûn nîqaşeke tund.

Serokê Amerîkî di nîqaşê de ji Zelenskyy re gotibû ku ew dijî Amerîkîyan bi awayekî bêrêzdarî tevdigere.

Li ser gurbûna nîqaşê Zelenskyy bê ku peymana madenê îmza bike ji Qesra Sipî derketibû.

Rûsya Sibata 2022’yan dest bi dagirkirina Ukrayna kir û niha 20 ji sedê axên wî welatî di destê hêzên Rûsî de ye.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG