Berdevikê Kremlînê Dmitry Peskov îro Çarşemê ragihand ku hişyarkirina Tirkîyê ya derheqa nekirîna sîstema mûşekan ya S-400 ya Rûsî nayê pejirandin.
“Em çavtirsandina Tirkîyê ya derheqa nekirîna sîstema mûşekan ya S-400 ya Rûsî û ferzkirina kirîna sîstema Patriot ya Amerîkî li şûna wê şermezar dikin. Ew helwesteke neyênî ye û em bi ti awayî wê yekê qebûl nakin.”
Peskov da zanîn ku wan gelek caran bi karbidestên Tirk re ji bîragiştî re ragihandibû ku prosesa kirîna S-400 temam bûye û ewê di demeke nêzîk de wan mûşekan radestî Tirkîyê bikin.
Televîzyona CNBC ya Amerîkî ragihandibû ku Washingtonê du hefte dem daye Enqerê ku ji peymana bi Rûsan re vegere û ligel Amerîka peymana kirîna çekan îmza bike.
CNBC ji zarê karbidestên Amerîkî ragihandibû ku ger Enqere rêketina ligel Rûsan betal neke, cezayên pir dijwar li benda Tirkîyê ye.
Washington dibêje ku sîstema S-400 bi sîstemên din yên NATO re bi rekûpêkî kar nake, loma divê hevkar û hevalbendên wê yên seranser cîhanê sîstema S-400 nekirin.