Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşên Esmanî yên Tirkîyê de Pêşmerge û Şervanên YPG'ê Hatin Kuştin


Reuters’ê îro Sêşemê ji zarê jêderên Kurd ragihand ku di êrîşeke esmanî ya Tirkîyê de, 5 pêşmerge li Herêma Kurdistanê bi şaşî hatine kuştin.

Artêşa Tirkîyê vê sibê dîyar kir ku li herêmên Sîncar ya Îraqê û Çiyayê Qereçox ya Sûrîyê êrîşên esmanî birine ser navendên Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) û baskên wê.

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) jî bi daxuyanîyekê da zanîn ku Artêşa Tirkîyê bi şev saet 02:00’yan de li herêma Qereçox êrîşên berfireh pêk anîne.

YPG’ê got ku kuştî û birîndarên wê hene, lê dîyar kir ku ewê piştre hejmar û navên wan eşkere bike.

Li gor daxuyanîya YPG'ê, Radyo Dengê Rojava jî bûye armanca êrîşên esmanî û kesên sivîl jî birîndar bûne.

XS
SM
MD
LG