Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bandora Zêdebûna Buhayê Petrolê Ser Jîyana Îraqîyan


Karmendekî petrola Îraqê
Karmendekî petrola Îraqê


Îraq duyemîn welatê yedek û berhemhênerê petrolê ye, di rêxistina navnetewî (OPEC)ê de, herçende wî welatî li dawiya salên 1920an ji zevî û bîrên petrola Kerkukê dest bi deranîn û hinartina petrol kirîye û heta îro ku petrol dahatê sereke yê dewletê ye, û welatekî zengîne bi samanê jêr erd yê petrol û gazê, lê dîsan jiyana xelkê nebaşe, binesazîya Îraqê di hemî waran de paşketîye û hejarî berbilave di nava civakê de.

Wezareta Petrola Îraqê di vê hefteyê de bîlançûya hinartin û dahatê petrol yê meha yekê Rêbendana 2022ê di malpera xwe ya fermî de weşand.
Wezaret dibêje, di meha borî de li gor datayên şerîketa (SOMO) ya berpirs ji firotin û bazarê petrola Îraqê, 99,286,78 bermîlên petrolê hatine firotin ku buhayê wê 8.27 mîlyar dolar in.

Li gor datayên wezaretê û şerîketa SOMO, zelal dibe ku buhayê bermîla petrolê ji wî buhayî zêdetir hatiye firotin yê ku di budceya sala 2022ê de hatî destnîşan kirin û texmîn kirin.

Ji bo zanîna bandora bilindbûna buhayê petrola Îraqê li ser budceya wî welatî, projeyên stratejî û başkirian jiyana xelkê çiye, Dengê Amerîka li gel peyvdarê wezareta Plandananê birêz Abdulzahra Al Hindawî, birêz Cemal Koçer, endamê parlementoya Îraqê û endamê berê yê komîta aborî û malî di parlementoyê de û birêz Dr. Govend Şêrwanî pisporê aboriyên enerejîk axifî.

Pêşî birêz Abdulzahra Al Hindawî, peyvdarê wezareta plandananê da zanîn û got, jiber ku di budceya Îraqê de kurtanîn heye û deyndare û herwiha nêzî 6000 projeyên nîvero û ne temam hene ku hin ji wan 10% û hin jî heta 90% temam bûne dê bandorek baş hebe.

"Bo nehêlana hejariyê, kar li ser amadekirina stratejya sêyê tê kirin, jibo kêmkirina rêjeya hejariyê li Îraqê ji sala 2023ê heta sala 2027ê."
Abdilazahra Al Hindawî, Peyvdarê Wezareta Plandananê

Abdulzahra dîsan got, "Wek dizanin texmîna buhayê bermîlê neftê di budceyê de ji vê hejmarê kêmtir hatiye danîn, em behsa 45 dolaran dikîn, cudahiya buhayê firotinê heye, lê rastiyek heye divê em li ser rawestîn dema ku behsa sûdwergirtinê ji zêdebûna buhayê petrol dihêt kirin, ew jî ewe ku her tim, kurthênan di budceya Îraqê de heye, kurthênan û kêmbûnek rastîn nek ya texmîn kirî, di encam de zêdebûna buhayê petrolê dê kurtanîna budceyê çareser bike, kurtanîna budceya 2021ê, û eve weha dike ku hikûmet qerzan neke, ne yên navxweyî û ne yên derve."

Derbarê kurtanîna budceya Îraqê Dr. Cemal Koçer li ser mîkanîzma dahatê petrol û biryardana budceya Îraqê rawestiya û got, Îraq jî, weke hemî dewletan, projeyên hemî wezaretan û saziyên dewletê pêşkeş dike, ev hemî li jêr çarçoveya budceya salane tên nexşandin.

"di nava her du hikûmetan de ya herêmê û hikûmeta Bexda de, bûçî gendelî zêde dibît çaksazî pêk nayên, çûnkî hizbên mezin di her du hikûmetan de ewin yên ku parlemento û hikûmet kontrol kirîn, gez û meqes di dest wan de ne."
Dr. Cemal Koçer

Cemal Koçer hewriha got ku jiber Îraq ji wan welatane yên ku li ser yek dahat dijîn ku ew jî petrole 95% budceya welat ji petrol tê.
Koçer da zanîn ku eger çendî buhayê petrolê zêde bibe dê bo deynên kurtanîna budceyê, deynên banka navendî û hin deynên din yên ku pêwîste buhayên dan û ya siyan jî dê jibo projeyên stratejî ên mezaxin.

Herwiha birêz Dr. Govend Şêrwanî, pisporê aboriyên enerjîk û mamostayê zanîngehê dibêje, jiber ku dahatê petrolê îsal bilind bûye û bi taybet li meha yek, Rêbendana îsal 2022ê zêde kirye û petrol jî giran bûye, ewê bandoreke pozetîv li ser aborîya Îraqê û rewşa welatiyan hebe.

Herçende ku hem rêjeya firotina petrol zêde bûye û hem jî, buhayê bermîlê neftê girantir bûye, lê xelkê Îraqê di rewşek xerab de dijîn, hejarî û bêkarî dom dike, derbarê planên stratejî bo kêmkirina hejariyê û baş kirina rewşa xelkê Al Hindawî, peyvdarê wezareta plandananê got, ew niha li ser stiratejîyek taybet dixebitin û got " We îşaret bi zêdebûna rêjeya hejariya xelkê Îraqê da, kar li ser amadekirina stratejya sêyê tê kirin, jibo kêmkirina rêjeya hejariyê li Îraqê ji sala 2023ê heta sala 2027ê."

Dr. Cemal Koçer derbarê çaksazî û berdewamiya gendeliyê di nava sazî û wezaretên hikûmetê de nêrîna xwe anî ziman û got "di nava her du hikûmetan de ya herêmê û hikûmeta Bexda de, bûçî gendelî zêde dibît çaksazî pêk nayên, çûnkî hizbên mezin di her du hikûmetan de ewin yên ku parlemento û hikûmet kontrol kirîn, gez û meqes di dest wan de ne."

Koçer dibêje, "di hikûmeta nû de Sedrî, Partî, Teqedûm yan Helbûsî biryara xwe daye ku çaksaziyan bikin, eger ku biryar dabe dê çê bibe, eger na dê weke berê be, jiber ku berî niha jî her eve di hikûmetê de bûn."

"Pêkhateyên ku dê hikûmeta nû çê bikin û slogan û armanca wan ya yekê ewe ku şerê gendeliyê bikin. "
Dr. Govend Şêrwanî

Koçer dîsan dibêje, çaksazî li îraqê û herêmê geleka dûre, îla fişarek navnetewî hebe, xelek hatbe guherîn û biryara xwe dabe yan jî hin kesên di nava van partiyan de hebin û bêjin bese.

Dr. Govend Şîrwanî dibîne ku hikûmeta dahatî dê karek baş bike, ew dibêje, "Pêkhateyên ku dê hikûmeta nû çê bikin û slogan û armanca wan ya yekê ewe ku şerê gendeliyê bikin. "

Niha çavê her kesî li avakirina hikûmeta nû, kanê ewê heta çi ast çaksaziyan bikin û şerê gendeliyê bikin.

Raporta taybet derbarê petrola Îraqê û bandora wê
please wait

No media source currently available

0:00 0:10:41 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG