Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtanya Navên 2 Bergumanên Hewila Kuştina Skripal Eşkere Dike


Alexander Petrov û Ruslan Boshirov
Alexander Petrov û Ruslan Boshirov

Dozgerên Brîtanî îro Çarşemê nasnameyên du Rûsî ragihandin ku bi gazeke asabê, hewila kuştina sîxurê berê yê Rûsî Sergei Skripal û qîza wî, Yulia tên tawanbar kirin.

Dozgerên Brîtanî dîyar kir ku du berguman Alexander Petrov û Ruslan Boshirov in û ew di 2’yê Adarê de bi firîneke kompanya Aeroflot ji Moskowê ji ser firîngeha Gatwick hatine Londonê û di 4’ê Adarê de jî ji Brîtanya derketine.

Serokê polîsên dijterorê yên Brîtanî Neil Basu got ku du berguman dora 40 salî ne û navên sexte bi kar tîanîn, lê bi pasaportên wan yên rastîn yên Rûsî bûn.

Wezareta Derve ya Rûsî ragihand ku navên ku ji hêla Brîtanya ve hatine eşkere kirin, jibo wan bê wate ye.

Karbidestên Brîtanî ragihand ku daxwaznameya desteserkirina Petrov û Boshirov li sernaser Ewrupa hatie derxistin û ew herwiha bi hilgirtin û karanîna gaza Novichok û jiber binpêkirina Peymana Çekên Kîmyayî tên tawanbar kirin.

Skripal û keça wî Yulia di 4’ê Adarê de li bajarê Salisbury hatibûn jahr kirin û ji hîngê heta niha li nexweşxanê ne.

Polîsên Brîtanî gotibû ku ew bi gazeke asabê hatine jahr kirin ku cara yekê ji hêla Yekîtîya Sovyetê ve hatibû amade kirin.

Rûsya bi tundî red kiribû ku ti peywendîya wê bi xebitandina gaza jahrîn heye.

Piştî ku ji Şerê Duyê yê Cîhanî vir ve, cara yekê ye ku li parzemîna Ewrupa Novichok hatibû xebitandin.

Hikûmeta Brîtanî Rûsya sûcdar kiribû û welatên Rojavayî pirtir jî 100 dîplomatên Rûsî dersînor kiribûn.

XS
SM
MD
LG