Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mijara Rojê: Hewilên Destpêkirina Prosesa Aştîyê li Tirkîyê


Bi awayekî fermî nebe jî, ev nêzîkî mehekê ye ku pêvajoyek di navbera rêberê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan û dewleta Tirkîyê de, tê meşandin. Lê, gelek tişt hîn ne zalal in û gelek pirs derdikevin pêş.

Gelo ev pêvajo wê wek yên berê pûç be, dewlet ji vê pêvajoyê çi armanc dike û Kurd ji vê pêvajoyê çi dixwazin?

Di Mijara Rojê de, serokê Partîya Welatparêzên Kurdistan (PWK) Mustafa Ozçelîk û rojnamevan Îhsan Kaçar bersiva hin pirsan didin.

Mustafa Ozçelîk li ser rewşa dawî ya vê pêvajoyê rawestîya. Li gor Ozçelik pêkan e ku di navbera Ocalan û dewletê de hin bazarî tên kirin.

"Bi rastî, em nizanin di vê pêvajoyê de çi tê qisekirin, an jî çi tê bazarkirin. Di pişt derîyên girtî de her tişt pêkan e. Jiber vê jî ti agahîyên me di vî warî de tunene.Em piştgirîya rawestandina çalakîyên çekdarî ên PKKyê dikin, em piştgirîya rawestandina operasyonên leşkerî yên dewleta Tirkîyeyê dikin. Çekdanîna PKK jî pirsekeke di navbera PKKyê û dewleta Tirkîyeyê de ye.’’

Di vê pêvajoyê de nîqaşek jî li ser Rojava heye. Li gor hin şîrovekaran Tirkîyê dixwaze ku bi destê Ocalan bandora xwe li ser Rojava dîyar bike. Lê Ozçelîk di wî warî de dijî vê helwestê derdikeve.

“Mafê kesekî tuneye ku destê xwe têxe nav Rojava. Jiber ku niha li wê derê rêveberîyek heye, sîstemek berdewam dike. Ew bi xwe dikarin di derheqa xwe de biryarê bidin. Pêdivîye ku herkes ligel dîyarkirina çarenivîsa wan rêzê bigire. Heke Tirkîyê dixwaze bila berî her tiştî pirsgirêka ku di nav xwe heye çareser bike.”

Rojnavenan Îhsan Kaçar jî bal kişand ser helwesta hikûmeta Tirkîyê. Kaçar radigihîne ku Tirkîyê li alîyekî pêvajoyeke çareserîyê dimeşîne û li alîyekî din rayedarên Tirkîyê zimanekî tund li hemberî Kurdan bi kar tînin.

“Ez fêm nakim, gelo Tirkîyê dixwaze çareserîyê bîne an dixwaze pirsgirêkan zêde bike? Wezîrê derve Hakan Fîdan dema diaxife zimanekî gefxwar bi kar tîne. Bi vê helwestê ne pêkan e ku li Tirkîyê çareserîyek derkeve holê. Heke çareserî tê xwestin, ya herî girîng ew e ku bila di destpêkê de zimanê xwe biguherînin.”

Hêjayî bîrxistinêye ku di 1’ê Cotmeha 2024’an de, di dema vekirina parlementoya Tirkîyê de, Serokê Giştî yê MHP Dewlete Bahçelî destê rayedarên DEM Partî girt û di 22’ê Cotmehê de jî got, “Bila rêberê PKK Abdullah Ocalan were di grûpa DEM Partî de bipeyîve û bila bêje PKK dest ji çekan berde.

DEM Partî di 23’ê Cotmehê de serî li Wezareta Dadê da ku sardana Îmrali bike. Di 28’ê Berfanbarê de hevdîtina yekê pêk hatibû û piştî hevdîtinê Şanda Îmrali nêrînên Ocalan di 7 xalan de ragihandibûn.

ED_01_28_2025_Pevajoya_Asti_Bakur
please wait

No media source currently available

0:00 0:54:23 0:00
XS
SM
MD
LG