Medya Sûrîyê ragihand ku yekîneyên leşkerî ber bi Îdlibê ve diçin.
Medya Navendî ya Leşkerî dîyar dike ku hêzên hikûmetê roja Çarşemê ketin Kfar Nabudah ya li başûrê rojavayê Îdlibê.
Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) operasyonên li ser rûyê erdê piştrast kir.
Hin jêderên din yên herêmî dîyar dikin li herêmê êrîşên esmanî jî li dar dikevin.
Serhildayên li herêmê didin zanîn ku wan bi wesayîteke bombebarkirî êrîşek li dar xistiye.
Rûsya û Tirkîyê Îlona 2018’an de li hev kiribû ku Îdlib wek herêma ewle bibîne, lê nûçeyên dawî yên ji herêmê didin zanîn ku agirbesta li wir bi dawî bûye.
Li gor sazîyên navneteweyî li Îdlibê 3 mîlyon kes dijîn.
Piranîya herêma Îdlibê di destê Heyet Tahrîr El Şam de ye.