Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pevçûnên li Yemenê Gur Dibin


Serhildayên Husî li Sana
Serhildayên Husî li Sana

Li Yemenê, hêzên hikûmetê yên bi piştgirîya Erebîstana Saudî di operasyona dijî serhildayên Husî de 60 çekdar kuştin.

AFP ragihand ku koalîsyonê bi şev li Haîsê operasyonên esmanî li dar xistine û bi kêmî ve 18 çekdarên bi piştgirîya Îranê kuştine.

Karbidestekî ewlekarîyê ji ajansê re dîyar kir ku li Tahita, bi bombebarana ji helîkopterê bi kêmî ve 35 serhilda hatine kuştin.

Jêderên leşkerî û saxlemîyê jî ragihand ku di pevçûnên dawî de bi kêmî ve 12 leşkerên hikûmetê hatine kuştin û 19 jî birîndar bûne.

Koalîsyona bi pêşengîya Erebîstana Saudî, bo piştgirîya Serokomarê Yemenê Abedrabbo Mansur Hadî, ku desthilata wî ji alîyê civaka navneteweyî ve jî tê nas kirin, ji Adara 2015’an ve dijî serhildayên Husî operasyonên esmanî li dar dixîne.

Ji Adara 2015’an vir ve pirtir ji 8750 kes li Yemenê hatine kuştin û bi qasî 2000 kes jî ji kolerayê mirine.

Ofîsa Mafên Mirovan yên Neteweyên Yekbûyî ragihand ku di navbera 6-16’ê Berfanbarê de, di operasyonên esmanî de 136 sîvîl hatine kuştin û 87 sîvîlên din jî birîndar bûne.

XS
SM
MD
LG