Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Peymana Navokî Îro Înê Navberekê Didin Danûstandinan


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku gera heftan ya danûstandinên ser peymana navokî îro Înê bi kombûneke fermî diqede.

Danûstandinên ne rastexwe yên Amerîka û Îranê di serê vê hefteyê de li Vîyana destpê kiribûn.

Di civînê de Fransa, Almanya, Brîtanya, Rûsya û Çîn jî hene ku ew bi navê Komîsyona Hevbeş jî tê zanîn.

Reutersê ji zarê karbidestekî Îranê dîyar kir ku civîn dê danê nîvro destpê bike.

Dîplomatekî Ewrupî jî da zanîn ku armanca civînê domandina danûstandinan e.

Karbidestekî Îranê ji Reutersê re got ku Ewrupî bo danûstandinan dixwazin vegerin welatên xwe û dîyar kir ku ew bo pirtir danûstandin hazir in ku li Vîyana bimînin.

Serokê berê Donald Trump, Amerîka di sala 2018’an de ji peymana navokî vekişandibû.

Reuters dide zanîn ku danûstandinerên Amerîka û Îranê di roja çaran de bi awayekî ne geşbîn axifîne.

XS
SM
MD
LG