Peyvdarekê wezareta derve ya Îranê dibêje Tehran amade ye ligel welatên mezin-hêz yên cîhanê danûstandinan bike.
Ajansa nûçeyên Fars radigehîne ku Ramîn Mêhmanperist got Îran amade ye danûstandinan bike, lê bi tenê li ser pêşniyarên ku wê li sala bûrî pêşkêşî grûpa pênc-zêde-yek kir bû.
Ew grûp bi pênc endamên herdemî yên Civata Tehanî ya Neteweyên Yekgirtî pêk dihêt, ew jî Amerîka, Rûsya, Çîn, Frensa, Brîtanya û her wisa Almanya ne.
Ji aliyekî din ve, Alîkarekê bilindê Rêberê Ruhanî yê Îranê, Ayatollah Ali Xameneyî, dibêje eger hêriş li hember Îranê bihête kirin, ew dê hêrişê bene ser Îsraelê.
Ajansa nûçeyên Fars, roja Sêşembî ragihand ku nûnerê Ayatollah Xameneyî bo Spayê Pasdaran, Mocteba Zolnur, got Îran dê li Tel Avîv det, eger Îsrael yan hevalbendên wê hêrişê bikin ser Îranê.