Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Telal Silo:Peywendîyên Me û Amerîka Dê Xurttir Bibin


Berdevkê HSD'ê: Talal Silo

Berdevkê Hêzên Sûrîya Demokrarîk (HSD) Talal Silo dîyar kir ku hêzên Amerîkî, dê piştî têkbirina Dewleta Îslamî (DAIŞ) jî demeke dirêj li bakurê Surîyê bimînin.

Silo ji Reuters'ê re da zanîn ku dê li herêmên di destê Kurdan de, peywendîyên bi Amerîka re xurttir bibin.

"Amerîka stratejîya xwe li gor bi deh salan dimeşîne. Rêvebirîya Bakurê Sûrîyê û Amerîka, ewê peymanên demdirêj yên leşkerî, aborî û siyasî îmza bikin" Silo got.

Berdevkê HSD'ê dîyar kir ku dibe ku Amerîka, wek alternatîfa Bingeha Încîrlîkê ya li Tirkîyê, bingeheke leşkerî ya nû li bakurê Sûrîyê ava bike.

Yekîneyên Parastina Gel (YPG), ku pêşengîya HSD'ê dike, meha borî dîyar kiribû ku Amerîka li herêmên di bin kontrola YPG û HSD'ê de 7 bingehên leşkerî ava kirine û yek ji wan nêzî Kobanî ye.

Silo bi berdewamî da zanîn ku ew ji Amerîka piştgirîya siyasî jî dixwazin û eşkere kir karbidestên Wezareta Derve ya Amerîka û nûnerên HSD'ê vê mehê cara yekê kom bûne.

XS
SM
MD
LG