Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

John Bass: Hin Berpirsên Tirk Dixwazin Zararê Bidin Peywendîya Amerîka û Tirkîyê


Balyozê Amerîka yê Tirkîyê John Bass derbarê qedexeya vîza daxuyanîke nivîskî weşand.

Bass ser Metin Topuz, ku karmendê balyozxaneya Amerîka bû û hefteya borî hatibû girtin, dîyar kir ku karê wî ‘’xurtkirina hevkarîya qanûnî ya di navbera Tirkîye û Amerîka de’’ bû.

‘’Hevdîtinên bi polîsên Tirk re yek ji karên vî karmendî bû. Hikûmeta Tirkîyê ti carî neda zanîn ku ew karên îlegal dike’’ Bass got.

Bass da zanîn ku berê jî karmendekî balyozxaneyê hatiye girtin û gumanên xurt bi wan re çêbûne ku hin berpirsên Tirk dixwazin peywendîya Amerîka û Tirkîyê xirab bikin.

Balyozê Amerîka bi berdewamî dîyar kir ku ew nizanin ku ewê hin karmendên wan yên din, jiber hevdîtinên bi hêzên ewlekarî yên Tirk werin girtin yan ne.

XS
SM
MD
LG