Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pfizer û BinNTech Daxwaza Bikaranîna Awarte ya Vaksîna COVID bo Zarokên li Amerîkayê Dikin


Kompanîyên Pfizer û BioNTech îro Pêncşemê daxwaz ji hikûmeta Amerîkî kir ku bikaranîna awarte ya vaksîna wan jibo COVID-19 jibo zarokên 5 heta 11 salî erê bike.

Pfizer di daxuyanîyekê de li ser malpera Twitterê ev yek eşkere kir û got ku wan bi awayekî fermî daxwaz ji Rêvebirîya Xwarin û Dermanan (FDA) li Amerîkayê kiriye ku rê bide da ku zarok jî karbidin vaksîna dijî nexweşîya Koronayê werbigirin.

Pfizer berî nêzîkî du hefteyan gotibû ku testên vê dawîyê nîşan didin ku vaksîna wê ya dijî COVID-19 jibo zarokên 5 heta 11 salî jî bi bandor e.

XS
SM
MD
LG