Kompanîya Pfizer îro Sêşemê lêkolîna derheqa bandorbûna vaksîna xwe ya COVID-19 ya ser zarokan pêşkêşî Rêvebirîya Xwarin û Dermanan ya Amerîka (FDA) kir ku destûrê bikaranînînê wergire.
Pfizer û şîrika wê ya Almanî BioNTech dibêjin ku ew çaverê ne ku destûra karanîna awarte di demkee kurt de bigirin ku zarokên 5 heta 11 salî di hefteyên were de werin vaksîn kirin.
Pfizer û BioNTech herwiha amadekarî dikin ku jibo girtina îzina xebitandina vaksînê, serlêdana Ajansa Dermanan ya Ewrupî jî bikin.
Vaksîna Pfizer ku du doz in, niha heta jibo kesên 12 salî û mezintir tê xebitandin.
Pfizer dibêje ku testên vê dawîyê nîşan dide ku vaksîna wê ya dijî COVID-19 jibo zarokên 5 heta 11 salî jî bi bandor e.