Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Birayê Floyd ji Kongresê Xwest ku Hawara Wî Bibîhîse


Philonise Floyd
Philonise Floyd

Philonise Floyd, birayê George Floyd ku di dema çavdêrîya polîsan de jîyana xwe ji dest dabû, îro li pêş Kongresa Amerîkî got ku cîhê daxe ye George jibo 20 dolaran jîyana xwe hinda kir.

“George wê roji zarar nedida ti kesî. Wî heq nekiribû ku jibo 20 dolaran bemire. Ez ji we re dipirsim ku nirxê zilamekî reş ewqas e? 20 dolar? Êdî bes e,” Philonise Floyd yê 42 salî got.

Wî ji qanûndanêran xwest ku ji bîragiştî re nîşan bidin ku jîyana birayê wî ne ewqas erzan e. “Êdî dora we ye ku hun nîşan bidin ku birayê min bi belaşî nemirî,” Philonise got.

“Ez li vê derê dixwazim ku hun kuştina reşan rawestînin. Vê êşê rawestînin. George jibo alîkarîyê dengê xwe bilind kir lê ti kes hawara wî nebihîst bisekînînin. Kerema xwe gun bidin hawara min û hawara malbata me û hawarên ku li kolanên seranser cîhanê bilind dibin.”

Komîteya Dadwerî ya Civata Nûneran îro civînek ser pêşîgirtina nedadmendîya navbera kesên sipî û yên mayîn de û derbarê tundîya polîsan de li dar xist.

Komîte armanc dike ku di hefteyên pêş de hîn pêşnîyaran bike ku hin qanûnên heyî werin guhertin.

Xwenîşander di xwepêşandanên girseyî yên nerazîbûnê de daxwaz ji hikûmetê dikin ku reformên bingehîn pêk bîne ku rê li ber nîjadperestîyê bigire.

XS
SM
MD
LG