Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piranîya li Civata Senatoran Dê ya Kîjan Partîyê Be?


Partîya li piranîyê ya Civata Senatoran hîn dîyar nebûye.

Bi encamên li eyaletên North Carolina, Maine û Georgia dê dîyar bibe ku kontrola civatê di destê kîjan partîyê keve.

Partîya Demokrat li eyaleta Colorado bi John Hickenlooper, Senatorê Komarî Cory Gardner têk bir û li Civata Senatoran kursîyeke girîng bi dest xist. Hickenlooper yek ji walîyên kevn yên eyaleta Colorado ye.

Li gor Cook Political Report ya di ser partîyan re ye, di hilbijartinên Civata Senatoran de, ku di 3’yê Mijdarê de li 35 eyaletan li dar ket, li 7 eyaletan di navbera Komarî û Demokratan de qayişkêşî heye.

Partîya Komarî bi 53 kursîyên li hember 47 kursîyên Partîya Demokrat ket roja hilbijartinê, lê bo ew piranîya xwe ya li civatê biparêzin divê li gor Demokratan du qat zêde li kursîyan xwedî derkevin.

Li Alabama, ku wek yek ji eyaletên girîng yên Partîya Komarî tê nas kirin, Tommy Tuberville yê ku Serok Donald Trump piştgirî dida wî, Senatorê Demokrat Doug Jones têk bir.

Partîya Demokrat, bi serketina li Colaroda û bi têkçûna li Alabama, bo li Civata Senatoran piranîyê bi dest xe, ger Joe Biden di hilbijartinê de bi ser keve 3, ger Donald Trump bi ser keve 4 kursîyan divê bistîne.

Çaverê ye ku Partîya Demokrat piranîya xwe ya li Civata Nûneran, ku baskê jêrîn yê Kongresa Amerîkî ye, biparêze.

Ger di hilbijartinên 3’yê Mijdarê de, berbijarê Partîya Komarî Serok Donald Trump cara duyê bi ser keve û kontrola Civata Nûneran jî di destê Demokratan de be, di hikûmetê de dê cihêbûn çêbe.

Li alîyê din, ger berbijarê Partîya Demokrat Joe Biden qezenc bike, Demokrat dê hem li Civata Nûneran hem jî li Qesira Sipî bi ser kevin.

XS
SM
MD
LG