Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Îraqî Bajarokê Pirde jî Xist Bin Kontrola Xwe


Ajansa Reutersê ragihand ku hêzên Îraqî, piştî şerekî sê demjimêran, bajarokê Pirde ji destê hêzên Kurdî derxist û xist bin kontrola xwe.

Pirde ku wek Altunkopri jî tê zanîn, bajarê dawî ya li Kerkûkê bû ku di destê Kurdan de bû. Ew bajar di navbera Kerkûkê û Hewlêra paytaxta Herêma Kurdistana Îraqê cîh digire.

Hêzên Îraqî ku ji yekîneyên dij-terorê, polîsên federalî û Heşda Şaabî pêk dihatin, demjimêr 7:30'ê vê sibehê dest bi operasyonê kirin û di dawîya şerê sê seetan de, hêzên pêşmerge neçar man ji bajêr vekişîn.

Hikûmeta Îraqî di rojên dawî de herêmên ku piştî Tebaxa 2014'an ketibû destê Kurdan, careke din dixe bin kontrola xwe.

Di encama ketina hêzên Îraqî ya nav bajarên bin kontrola Kurdan de bi hezaran Kurd cîh û warên xwe hêlan û çûn bajarên wek Hewlêr û Silêmanî.

XS
SM
MD
LG