Raportora Tirkîyê ya Yekîtîya Ewrupa (YE) Kati Piri dîyar kir ku ger bajarvanê Stenbolê ji kar were dûr xistin ewê encamên wê giran bin.
Piri ji ser medya civakî da zanîn ku hikûmeta Tirkîyê bajarvanan ji karên wan dûr dixe û bal kişand ku wezîrê karên navxweyî yên Tirkîyê dijî bajarvanê Stenbolê Ekrem Îmamoglu gefan dixwe.
‘’Ger wî ji kar dûr bixin ewê bo peywendîyên YE û Tirkîyê encamên giran çêke.’’ Piri got.
Wê dîyar kir ku hikûmeta Tirkîyê berî biryarê divê du caran bifikire.
Bajarvanên Amed, Mêrdîn û Wanê meha borî ji alîyê weareta navxweyî ya Tirkîyê ve ji kar hatibûn dûr xistin û li şûna wan qayum hatibûn erkdar kirin.
Kati Piri: Ger Hikûmeta Tirkîyê Bajarvanê Stenbolê ji Kar Dûr Bixe Ewê Encamên Wê Giran Bin
