Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Derdora Donetsk ya Ukrayna Şer û Pevçûnên Giran Didomin


Dîmeneke hêzên Ukraynî yên li herema Donetsk ya wî welatî

Li derdora bajarokê Pisky yê li rojhilatê Ukrayna şer û pevçûnên giran îro Pêncşemê disomin di vê demê de ku Rûsya jibo bidestxistina tevahîya herêma Donbasê êrîşên xwe tund dike.

Danil Bezsonov karbidestê Komara Gel ya Donetskê ya bi piştgirîya Rûsya ragihand ku Pisky, ku tenê 10 km ji enîya şer ya rojavayê paytexta Donetskê dûr e, di bin kontrola wan de ye.

"Li Pisky rewş germ e. Bajar yê me ye, lê li bakur û rojavayê wê hin hêzên belavbûyî yên Ukraynî hîn jî mane, " Bezsonov got.

Lê, karbidestên Ukraynî red kir ku bajarokê Pisky, ku bo berevanîya Donetskê cîhekî pir girîng e, ketiye destê Rûsan.

Herêma Donbasê, ku ji eyaletên Luhansk û Donetsk pêk tê, bû armanca serekî ya Moskowê piştî ku di destpêka şer de nikarîbû paytext Kîevê bi dest bixe.

Luhansk niha hema hema bi tevahî di bin kontrola Rûsya de ye, lê hêzên Ukraynî li Donetsk hîn jî li ber xwe didin.

XS
SM
MD
LG