Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Wîlayeta Pennsylvania Êrîşek Encam Dide


Bertpirsên bajarê Pittsburgh ê wîlayeta Pennsylvania dibêjin herî kêm 4 kes hatin kuştin û jimarek birîndar bûn di êrîşeke ser kinîşeke cihûyan de.

Peyvdarê polîsê Pittsburghê Chris Togneri got sê endamên polîs hatin gullebarankirin.

Polîs dibêje kesê gumanbar di vê rûdanê de hatiye girtin.

Hakimê Pennsylvania Tom Wolf di daxuyaniyekê de êrîş wek trajîdiyeke bê hempa binav kir.

Wî got ew li gel serkirdeyên xwecihî axiviye û wê alîkariya pêwîst dabîn bikin.

Piştî êrîşê serokê Amerîka Donald Trump got kesên gunehkariyên wiha dikin divê bihayê herî giran bidin.

Wî pêşniyar kir ku eger nobedarên çekdar di hindirê kinîştê de hebana renge ev êrîş nedibû.

Tê zanîn li Amerîka rakêşaneke mezin li dor vehewandina çekan û rêdana kirîna çekan di navbera herdû partiyên sereke de heye.

Di demekê de ku Demokrat doza sînorkirina çekan dikin, Komarî dibêjin ew ji bo her welatiyekî mafekî destûrî ye .

XS
SM
MD
LG