Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serhildayên Kurd Rêbertîya Xwe Diguherînin


Ajansa Associated Press radigîhîne ku Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) 2 rêberên nû hilbijartine ku şûna rêberê niha Murat Karayilan bigirin ku ji sala 2004'an vir ve rêbertîya wê rêxistinê dikir.

Associated Press vê raporta xwe ji li ser nûçeyeke Ajansa Nûçeyan ya Firat amade kiriye ku nêzîkî serildayên Kurd e.

Guherîna rêbertîya di vê demê de tê ku PKK danûstandinên aştîyê ligel hikûmeta Tirkîyê dike û serokê wê partîyê Abdullah Ocalan bizavên aştî û çareserîyê ji zindanê rêve dibe.

Ajansa Nûçeyan ya Firat dibêje, Cemîl Bayik ku yek jî damezrênerê PKK'ê ye, ligel Bese Hozat, ku rêvebirîya baska jinan yaw ê grubê dikir, bûye hevserokê vê rêxistinê.

PKK li meha Adarê de agirbestek ragihandibû û wek beşek ji hewilên aştîyê, dest bi vekişîna hêzên xwe kiribû.

Tê çaverê kirin ku Tirkîye pirtir reforman li ser pirsa Kurdî bike û rewşa Kurdan baştir bike.
XS
SM
MD
LG