Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Belçîka: PKK Ne Rêxistineke Terorê Ye


Dadgeha Pêdaçûnê ya Belçîka, biryara dadgeha jêrîn, ku dîyar kir ku çalakîyên Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) "arîşeya navxweyî ya Tirkîyê ye" û jiber vê jî nabe ku wek rêxistineke terorî were dîtin, pejirand.

Dadgehê da zanîn ku bo Serokê Kongra-Gel Remzî Kartal û Zubeyîr Aydar û 34 bergumanên din lêpirsîn ne hewce ye.

Lêpirsîna ku di sala 2006'an de ji alîyê Dozgerîya Federal ya Belçîka ve hatibû vekirin, bi vê biryarê hat girtin.

Dozgerîyê, di idîanameyê de dîyar kiribû ku PKK lo Belçîka û welatên din yên Ewrupaya Rojava, zarokên biçûk ji malbatên wan vediqetîne û dibe kampên perwerdehîya çekdarî.

Dozgerîya Federal ya Belçîka, rêvebirên PKK'ê xencî çalakîyên terorî, bi gefxwarin, çêkirina belgeyên sexte û bazirganîya wan û bi dara zorê sitandina xeracê sûcdar dike.

Lêpirsîna dozgerîyê, piştî 9 sal bû doz. Doza ku di Cotmeha 2015'an de li Dadgeha Brukselê vebû, di Mijdara 2016'an de bi dawî bû..

Dadgeha Brukselê dîyar kiribû ku çalakîyên PKK'ê yên li Tirkîyê "têkoşîna çekdarî ye û ne sûcên terorê ne" û bo 36 rêvebirên PKK'ê biryara neşopandinê dabû.

Dozgerê federal, îtîraz li biryara dadgehê kiribû. Dosya ji Kamer van Inbeschuldigingstellin (KI) re, ku Dadheha Pêdaçûnê ye, hat şandin.

Dadgeha Pêdaçûnê da zanîn ku "nelihevkirina Tirk û Kurdan ya çekdarî, arîşeya navxweyî ya Tirkîyê ye" û jiber vê PKK ne rêxistina terorî ye.

XS
SM
MD
LG