Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Uzun Rûniştina Doza Derxistina PKK'ê ji Lîsta Terorê ya YE Dinirxîne


Doza ku PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ ya Yekîtîya Ewrupa derkeve, hatibû vekirin do Duşemê di Dadgeha Edaletê ya Yekîtîya Ewrupa (CJEU) de hate kirin.

Adem Uzun, endamê desteya rêvebir ya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) rûniştina dawî ya vê dozê dinirxîne û geşbînîya xwe dîyar dike.

Uzun dide zanîn ku di rûniştina dohî de îdayên ji parêzêrên PKK’ê û yên dozgerên ji Yekîtîya Ewrupî û hikûmeta Brîtanî ji alîyê dadgehê ve hatin bihîstin.

“Dadweran gelek pirs ji parêzêrên PKK’ê re kirin û wan jî bersîva pirsan dan û berevanîya xwe pêşkêş kirin. Parêzeran hewil dan ku nîşan bidin çawa piranîya kiryarên ku qaşo ji hêla PKK’ê ve hatine kirin û wek delîl ji dadgehê re hatine pêşkêş kirin, di rastîyê de ji alîyê hikûmeta Tirkîyê ve hatine kirin.”

Uzun got ku çaverê ye Dîwana Edaletê ya Ewrupa, di nav ji şeş heta neh mehan de, biryara xwe ya ser vê dozê bide.

JD_04_18_2018_Adem_Uzun
please wait

No media source currently available

0:00 0:12:15 0:00

XS
SM
MD
LG