Polonya îro Înê hemwelatîyên xwe hişyar kirin ku neçin Îsraîl, Lubnan û axên Filîstînîyan.
Wezareta Derve ya Polonya ragihand ku çaverê ye operasyonên leşkerî yên li herêmê zêde bibin ku ew jî derketina ji wan welatan dijwartir dike.
Wezareta Derve hişyarî da ku bi gurbûna girjîya li herêmê dibe ku trafîka esmên were sînordar kirin û derîyên sînoran werin girtin.
Axa Filîstînîyan ya di bin dagirkerîya Îsraîlê de Gaza û Kenara Rojava ne.
Berî hişyarîya Polonya, Fransa jî bang li hemwelatîyên xwe kir ku neçin Îran, Lubnan, Îsraîl û axên Filîstînîyan.
Wezareta Derve ya Fransa dîyar kir ku hişyarîya ser rêwîtîyê jiber gefên Îranê yên li herêmê hatiye ragihandin.
Li gor ragihandina wezaretê, merivên dîplomatên wan yên li Îranê wê vegerin Fransa û li karmendên dewleta Fransî hatiye qedexe kirin ku ew li Îran, Lubnan, Îsraîl û Filîstînî karekî fermî bimeşînin.
Jêder: Reuters