Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yekêtiya Ewrupa Siyaseta Poloniya Rexne Dike


Neraziyên Polonî siloganên weke "Azadiya parlemen, Azadiya Rojnamegerî û azadî jibo Poloniyan bilind kirin e.
Neraziyên Polonî siloganên weke "Azadiya parlemen, Azadiya Rojnamegerî û azadî jibo Poloniyan bilind kirin e.

Welatên endam di Yekêtiya Ewrupa de, rexneyên xwe li hember siyaseta yasaguherîn ya hikumeta Poloniya zêdetir dike, daxwaz tên kirin da ku ev siyaset bihê serastkirin.

Cêgirê serokê EU Frans Timmermans roja Çarşemê ragihand ku 28 welatên endam di bloka Yekêtiya Ewrupa de, dê vê pirsê sist nekin heta ku, hikumeta Warşow pirsên girêdayî serxwebûna Yasa û dadgeriyê bersiv nede û vê pirsgirêkê çareser neke, ya ku, weke paşdaçûna derbarê mafên siyasetek bingehîn da, tên dîtin.

Hişyarkirina Polanda ji aliyê welatên YE de derbarê siyaset tund ya hikumetêye li dij hêzên opozisyonê, yên ku biryar daye di avahiyê parlemenê de di rojên cejnên bûnê û sersalê de bimînin û bikevin di girevê de.

Girêdayî naveroka vê pirsê goman hene, guherînên di yasayên gelêrî û netewî de yên partia Dadweriyê encam dide weke çûna ber bi zurdestî û dûr xistina saziyên dewletê ji nirxên demokratriyê tên dîtin.

XS
SM
MD
LG