Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Morawiecki Dibêje Polonya Dikare Tankên Leopard Bide Ukrayna


Serokwezîrê Polonya Mateusz Morawiecki îro Duşemê got ku ew dikarin bêyî destûra hevbendan ji Ukrayna re tankan bişînin.

Morawiecki dîyar kir ku razîbûna Almanya ya bo şandina tankên Leopard 2 ji Ukrayna re bo wan di asta girîngîyê de di rêza duyan de ye.

‘’Emê bo şandina tankan destûrê bixwazin, lê ew destûrê nestînin jî ewê tankan ji Ukrayna re bişînin.Şertê me yê niha ew ku em qet nebe koalîsyoneke biçûk çêkin’’ Morawieck got.

Amerîka û hevbendên wê di danûstandinên hefteya borî de, ku li Almanya çêbûbûn, bi ser neketibûn ku Berlînê razî bikin ku ew tankên xwe yên şer yên Leopard bide Ukrayna.

Polonya zorê dide welatan ku Leopardên xwe yên Almanî ji Ukrayna re bişînin, lê Almanya xwe jî wê daxazê dûr digire.

Wezîra Derve ya Almanya Annalena Bearbock do Yekşemê got ku ger Polonya tankên xwe yên Leopard 2 ji Ukrayna re bişîne ewê Berlîn rê li ber wê negire.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG