Serokwezîrê Polanda Mateusz Morawiecki roja Yekşemê got ku ew û serokê Amerîkî Joe Biden dê li ser zêdekirina hebûna hêzên Amerîkî li Polanda û berdewamkirina wê di serdana dahatû ya Biden bo Warsaw de gotûbêj bikin.
Morawiecki di bernameya "Face the Nation" ya CBS de got ku "Em bi rêveberiya serok Biden re di pêvajoya gotûbêjê de ne ku hebûna wan (leşkeran) mayîndetir û zêde bike. Her weha ez gelek spasdar im ji bo şandina sîstemên Patriot ên nû û çekên din ên pir nûjen, ji ber ku ev yek jî heta radeyekê alternatîva hebûna leşkeran e, lê helbet her du bi hev re diçin."
Biden wê di navbera 20- û 22ê Sibatê de bi mebesta salvegera yekemîn a dagirkirina Rûsyayê ya li ser Ukrayna ya cîran, serdana Polandayê bike.
Amerîka hebûna leşkerên xwe li Polandayê berî dagirkirina 24ê Sibata 2022an xurt kir û aniha nêzîkî 11,000 serbazên xwe bi dorê li wir in, li gorî CBS.
Biden di Hezîrana borî de gotibû ku Amerîka dê li Polandayê navendeke nû ya artêşê ya daîmî ava bike li hember gefên Rûsyayê.
Biden dê bi Serokê Polanda Andrzej Duda û hevalbendên Ewrupaya Rojhilat re bicive û li ser Ukraynayê biaxive, lê li gorî Koşka Spî ti planeke wî tune ku derbasî Ukrayna cîran bibe.
Çavkanî: Reuters