Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polonya Dibêje Ew, Lîtvanya û Letonya Dikarin Sînorên Xwe yên bi Belarûsê re Bigirin


Polonya îro Pêncşemê dîyar kir ku ger Koma Wagner li sînorên wê û li yên Lîtvanya û Letonya kiryarên tund bike ewê sînorên xwe yên bi Belarûsê re bigirin.

Koma Wagnerê di rojên borî de dest bi perwerdekirina hêzên taybet yên Belarûsê kir û Polonya ya endama NATO hin yekîneyên xwe şandin rojhilata welêt.

Wezîrê Navxweyî yê Polonya Mariusz Kaminski dîyar kir ku ger Koma Wagner li sînor tevlî bûyerên cidî bibe ewê endamên NATO û Yekîtîya Ewrupa (YE) yên wek Polonya, Lîtvanya û Letonya bi hev re tevbigerin.

Kaminski got ku eger ew bibînin ku girtina sînoran biryara rast e ewê bi hev re rêkên bi Belrûsê re bigirin.

Trafîka rêka erdê ya di navbera Polonya û Belarûsê de jiber xirabbûna peywendîyên her du dewletan ji meha Sibatê vir ve girtî ye.

Belarûs hevbenda nêz ya Rûsya ye ku serokê wî welatî Vladimir Putin di rojên borî de Polonya bi karên dijî Belarûsê tawanbar kiribû.

Putin dibêje her êrîşeke dijî Belarûsê wê wek êrîşeke dijî Rûsya were dîtin.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG