Polonya ragihand ku ewê hejmareke sînordar ya firokên şer yên MiG-29 bide Ukrayna.
Berdevkê Ofîsa Seroktîya Polonya Pawel Szrot dîyar kir ku bi qasî ew dizane ewê hejmara firokan ne mezin be.
‘’Hejmar wê bê guman ne wek ya tankên hatine şandin be,’’ Szrot got.
Wî bi berdewamî dîyar kir ku tank jî wê beşeke piştgirîya koalîsyona navneteweyî be ku Ukrayna destekê hîs bike.
Wezîrê Berevanî yê Slovakya Jaroslav Nad jî dîyar kir ku ew amade ne ku firokên şer ên MiG-29 ji Ukrayna re bişînin.
Jêder: AFP